Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

NATO: Em Amade ne li Hember Gefên Îranê Hemû Welatên Endam Biparêzin

Дата публикации: 19-08-2026 14:00:14

Karbidestekî NATO'yê îro roja Çarşemê got ku hevpeymanî amade ye bersiva her gefê bide û dê her gav tiştê ku pêwîst e bike da ku hemî welatên endam biparêze.
Ev daxuyanî di bersiva pirsên li ser raporteke rojnameya Financial Times de, hat ku dibêje, Îran dibe êrîşî armancên leşkerî yên Amerîkî li Ewropayê bike, ger Serokê Amerîkayê Donald Trump şerê li dijî wê berfireh bike.
Karbidestî ji ajansa Reutersê re got, "Wekî ku di destpêka vê salê de hat dîtin çawa berevaniya esmanî ya NATO'yê di çar bûyerên cuda de bi serkeftî mûşekên balîstîk ên ji Îranê ber bi Tirkîyê ve hatin avêtin asteng kirin, astengkirin û parastin di rewşek bihêz û bi bandor de ne."
Raporta Rojnameya Financial Times ragihand ku hêzên Îranê armancên Amerîkî li başûr û başûrê rojhilatê Ewropayê, di nav de Bulgariya, nirxandine.
Bulgariya meha borî destûr da balafirên Amerîkî yên ku sotemeniyê ji bo balafiran dabîn dikin, li baregeha esmanî ya Bezmer bimînin.
Qibris jî di nav armancên behsa wan tê kirin de ye. Li Qibrisê baregehekî esmanî yê Brîtanyayê di Adara borî de bû armanca êrîşeke dronê.
Çavkaniyan herwiha got ku êrîşa meha borî ya li ser baregeheke Amerîkî li Urdunê, ku di encamê de sê leşkerên Amerîkî hatin kuştin. Ev êrîş nîşan dide ku Îran dikare xwe bigehîne armancên dûr jî.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye05.6216-08-2026
2Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?05.7817-08-2026
3Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde06.2217-08-2026
4Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir05.4517-08-2026
5US disappointed with most NATO members – Trump-3525-06-2026
6Trump'tan NATO Zirvesi'nde flaş açıklamalar: "İran ile ateşkes bitti, Erdoğan'ı seviyorum!"0508-07-2026
7Nufi: Shqipëria dhe Turqia janë aleate në NATO dhe partnere strategjike, vijojnë të ndërtojnë bashkëpunim të ngushtë0520-07-2026
8İran'dan NATO'ya yanıt-8309-07-2026
9Kushner bo Fox News: Îran ji Bo Peymaneke Navokî Hîn Jî Ne Amade ye04.6218-08-2026
10Associated Press: НАТО представит Трампу в Анкаре многомиллиардные контракты0707-07-2026

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 6.4. Источник: www.dengeamerika.com.