Şêwirmendê payebilind û Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê, Jared Kushner, di hevpeyvînek taybetî de bi rojnamevanê Fox News, Trey Yingst re, li Orşelîmê axivî û li ser rewşa navbera Washington û Tehranê, hewildanên dîplomatîk û îhtîmala peymanekê bi Îranê re agahî dan.
Kushner got ku Îran heta niha eleqeyek têkûz û konkrît ji bo peymaneke navokî ya ku Washington wek peymaneke dadwer dibîne nîşan nedaye.
"Trump amade ye ku bi Îranê re peymanekê bike, heke Îranê dev ji şiyana çêkirina çekên navokî berda," Kushner got.
Herwha wî got ku danûstandinên di navbera Amerîkayê û aliyên cuda yên hikûmeta Îranê de niha ji berê berfirehtir û çalaktir in, lê hîn jî li ser peymanekê ku weke Washington dixwaze Lihevtêgihîştin bidawî nebûye.
Kushner destnîşan kir ku Washington naxwaze ji bo peymanekê bilez biryarê bide, wî got "Peyman dema ku amade be dê pêk were."
Kushner di hevpeyvînê de got ku Serok Donald Trump naxwaze peymaneke bilez çê bike, Washington dê li benda peymanekê bimîne ku li gor daxwaz û şert wê be.
Wî diyar kir ku serok Trump jî, gelek caran dubare kiriye ku ew ji bo peymaneke bi Îranê re ne bileze.
Di beşekî din ê hevpeyvînê de ser pirsa Fox News ka hevdîtin bi Hemasê re çawan derbas bûn. Kushenr di bersivdanê de got, "wan tiştê rast gotin, lê bawerî bi rêxistineke terorîst ku tiştên gelek hovane kirine, pir dijar e."
Kushner got, ev şanseke ji bo Hemasê, hêvîdraim ku ew rast bin, "divê ew li ser bingeha kiryarê gavan biavêjin. Û ez hêvî dikim ku ew weha bikin."

| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde | 0 | 6.22 | 17-08-2026 |
| 2 | Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye | 0 | 5.62 | 16-08-2026 |
| 3 | Trump: Bêyî Erêkirina Amerîkayê ti Keştî di Tengava Hormuzê re Derbas Nabin | 0 | 4.23 | 15-08-2026 |
| 4 | Bessent: Îran dê ji Alîyê Aborî ve bi her Awayî Were Dorpêçkirin | 0 | 6.08 | 14-08-2026 |
| 5 | Vance: Bernameya Navokî ya Îranê û Daxistina Bihayê Petrolê Armancên Sereke yên Şerê Niha ne | 0 | 3.97 | 14-08-2026 |
| 6 | Trump: Gotûbêj an Danûstandin Niha bi Îranê re Nînin | 0 | 3.72 | 18-08-2026 |
| 7 | Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne | 0 | 5.04 | 16-08-2026 |
| 8 | Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye? | 0 | 5.78 | 17-08-2026 |
| 9 | Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir | 0 | 5.45 | 17-08-2026 |
| 10 | Bessent: Em ê Cezayên Herî Dijwar ên Dîrokê li Îranê Bisepînin | 0 | 4.49 | 20-08-2026 |