Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir

Дата публикации: 17-08-2026 11:39:17

Dezgeha Têkoşîna li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê îro roja Duşemê ragihand ku du dronên xwekuj ji cureyê "Hedîd-110" ku ji nava Îranê hatibûn avêtin, demjimêr 12:28 ê şevê, ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihê mayîna serokê dezgeha "Parastinê" kirin armanc, bêyî ziyanên canî hebin.
Mesrûr Barzanî li ser platforma X’ê daxuyaniyek da û pişt rast kir ku Îranê êriş kiriye ser ofîsa wî û cihê mayîna serokê ajansa Parastinê.
Wê got, piştî lêkolîn û lêpirsînan derket holê ku êrîş ji alîyê Îranê ve pêkhatîye.
Barzanî ev êrîşên Îranê bi tundî şermezar kirin, û tekez kir ku ev yek pêşveçûneke metirsîdare û gefe li ser ewlehî û aramiya herêmê. Herdu cih ku di êrîşan de hatbûn aramnc girtin, li havîngeha Pirmam ya nêzîkî Hewlêrê ne.
Herêma Kurdistana Îraqê gelek caran rastî êrişên bi dron û mûşekan hatiye. li gor raportên herêmê ji dema destpêkirina pevçûn û girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de, nêzî hizar êrîş li herêma Kurdistnê pêkhatine.
Di êrîşan de baregayên berpirsên siyasî, zeviyên petrol û gazê û baregayên partîyên kurd yên opozisyona rejîma Tehranê hatine armancgirtin.
Rayedarên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, Îranê û komên çekdar ên bi alîgiriya Îranê bi wan êrîşan tawanbar dikin.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?05.7817-08-2026
2Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê04.2315-08-2026
3Fûad Hûsên Derbarê Êrîşa Hewlêrê Helwesteke Fermî ji Îranê Dixwaze 05.1817-08-2026
4Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye05.6216-08-2026
5Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir 05.6216-08-2026
6Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde06.2217-08-2026
7Vance: Bernameya Navokî ya Îranê û Daxistina Bihayê Petrolê Armancên Sereke yên Şerê Niha ne03.9714-08-2026
8Fransa Îranê bi 'Xwînrijandinê' ji ber Cezayê Darvekirinê Tawanbar Dike05.4513-08-2026
9Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne05.0416-08-2026
10Behrêynê Êrîşa Îranê ya Dijî Keştîyekê li Tengava Hormuzê Şermezar Dike04.7415-08-2026

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 5.45. Источник: www.dengeamerika.com.