Di çarçoveya peymana 60 rojî ya navbera Amerîka û Îranê de, Serok Trump di hevpeyvînekê de ji peyamnêrê Fox News'ê Trey Yingst re got ku divê Îran ala sipî hilde û radest bibe.
Li gor Fox News, Serok Trump îro Duşemê destnîşan kir ku leza wî tune ye ji bo ku peymanekê bi Îranê re çê bike, û da zanîn ku dorpêça deryayî li Tengava Hormuzê berdewam dike da ku zextên nû yên aborî bixe ser rejîma Îranê.
Serokê Amerîkayê got ku karbidestên Îranê lîstikvanên baş ên 'poker'ê ne, lê êdî ew ber bi hilweşînê ve diçin.
Trump ji Fox News re piştrast kir ku têkilîyeke wan bi Fermandarîya Pasdaran re heye. Li gor raporteke taybet a malpera Axios, rêveberîya Trump ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwestîye ku ji bo vê têkilîyê bibe navbeynkar.
Serok Trump bê ku navê kanala ku têkîyên bi Fermandarîya Pasdaran re deyne behsa wê mijarê bi kurtî kir .
Hêjayî gotinê ye ku Peyamnêrê Axios Barak Ravid di raporteke taybet de gotbû ku rêveberîya Donald Trump bi dizî hewl daye ku di dema danûstandinên Amerîka û Îranê de bi serokatîya Pasdarên Şoreşê re têkilîyeke rasterast deyne, hewldaneke ku bi rêya Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.
Serok Trump, di daxuyanîyên bi Fox News re parve kirîn bal kişand ser plana aştîyê ya Xezayê û civînên li Qahîreyê yên bi berpirsên Hemasê û Îsraîlê re.
Trump ji Fox News re eşkere kir ku kanaleke peywendîyê ya wan a taybet bi Hemasê re jî heye û li gor gotina wî, Hemas dê çekên xwe deyne.

| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Kushner bo Fox News: Îran ji Bo Peymaneke Navokî Hîn Jî Ne Amade ye | 0 | 4.62 | 18-08-2026 |
| 2 | Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye | 0 | 5.62 | 16-08-2026 |
| 3 | Trump: Bêyî Erêkirina Amerîkayê ti Keştî di Tengava Hormuzê re Derbas Nabin | 0 | 4.23 | 15-08-2026 |
| 4 | Trump: Gotûbêj an Danûstandin Niha bi Îranê re Nînin | 0 | 3.72 | 18-08-2026 |
| 5 | Bessent: Îran dê ji Alîyê Aborî ve bi her Awayî Were Dorpêçkirin | 0 | 6.08 | 14-08-2026 |
| 6 | Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye? | 0 | 5.78 | 17-08-2026 |
| 7 | Vance: Bernameya Navokî ya Îranê û Daxistina Bihayê Petrolê Armancên Sereke yên Şerê Niha ne | 0 | 3.97 | 14-08-2026 |
| 8 | Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir | 0 | 5.45 | 17-08-2026 |
| 9 | Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir | 0 | 5.62 | 16-08-2026 |
| 10 | Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne | 0 | 5.04 | 16-08-2026 |