Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike

Дата публикации: 19-08-2026 12:58:00

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Tirkîyê û Sûriyê Tom Barrack got ku Washington li ser avakirina mekanîzmayekê ji bo pêşîgirtina li pevçûnên di navbera Îsraîl, Tirkîyê û Sûriyê de dixebite, piştî êrîşa esmanî ya Îsraîlê li ser baregeheke esmanî ya Sûrîyê ya nêzîkî sînorê Tirkîyê.
Barrack di hevpeyvîneke telefonî de ji Reuters re, diyar kir ku haya pêşwext a Enqerê ji êrîşa Îsraîlê nebû, û wî behsa îhtîmala bersiveke leşkerî ya Tirkîyê kir û got, "Xûşbextane, hişên aram karîn rê li ber têkçûna rewşê bigirin."
Barrack di hevpeyvînekê din de ku roja Çarşemê bi rojnameya “Jerusalem Post” re encam daye, got, “bûyerên roja borî metirsîdarin û cihê nîgeranyê ne. Lê em rehet bûn ku tu kes nehat kuştin û rewş ber bi zêdebûna tengezariyê ve neçû.”
Karbidestên Amerîkî û Îsraîlî ragihandin ku Îsraîlê rêveberiya Serok Trump agahdar kiriye ku êrîşa wê ya dawî li ser balafirgeha leşkerî ya Abu-Zihûr li Îdlibê, bersiva pejirandina Şamê ya bicihkirina leşkerên Tirkîyê li balafirgehê bû, ku Îsraîl wekî gefek li ser ewlehiya xwe dibîne – lê Enqerê ev yek red kiriye.
Li gorî malpera Axios, vê êrîşa neasayî di navbera sê hevalbendên herî nêzîk ên Amerîkayê - Îsraîl, Sûrîye û Tirkîyê - de di demekê de ku rêveberiya Trump hewl dide pêşî li zêdebûna aloziyan bigire.
Karbidestên Amerkî gotine Axios ku rêveberiya Trump ji hikûmeta Sûrîyê xwest ku aram be û ji zêdekirina tengezariyê dûr bimîne. Wan herwiha destnîşan kirin ku piştî hilbijartinên Îsraîlê çareserkirina vê mijarê dê hêsantir be.
Daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragehand ku "Îsraîl û Sûrîyê li ser mijarên ewlehiyê li hev kiribûn û Sûrîye bi razîbûna bicihkirina hêzên Tirkîyê binpêkirina lihevkirinê ye."
Di daxuyaniyê de hat ku,"Îsraîlê bi berdewamî hişyarî da Sûriyê ku bicihkirinek wisa dê ewlehiya Îsraîlê bixe metirsîyê." Lê "Sûriyê hilbijart ku van hişyariyan paşguh bike," daxuyanîya Ofîsa Serokwezîr got.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike05.9322-08-2026
2Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye05.6216-08-2026
3Trump Raportekê Derbarê Zindanîyên Îranê bo Duwem Car Parve Dike04.6222-08-2026
4Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim05.4521-08-2026
5Serok Trump Operasyona Aborî ya Herî Kujer li Dijî Îranê Ragihand05.1820-08-2026
6Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde06.2217-08-2026
7FBI Dibêje Dijî Trump Cara Duyê Hewila Kuştinkarîyê Çêbûye05.6216-09-2024
8Îraq Peymaneke Enerjîyê ya 'Stratejîk' bi Tirkîyê re Radigihîne04.4901-08-2026
9کورد لە پەیوەندییەکانی نێوان ترامپ و ئەردۆغاندا06.5617-01-2025
10Trump di Hilbijartinê de Serketî Bû05.4506-11-2024

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.1. Источник: www.dengeamerika.com.