Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin

Дата публикации: 22-08-2026 12:13:10

Ajansa fermî ya nûçeyên Îranê (IRNA) îro Şemîyê ragihand ku Îranê destûr daye çend keştîyên petrolê yên Îraqî di Tengava Hormuzê re derbas bibin, piştî daxwazên berdewam ên Bexdayê bi rêya kanalên cûrbecûr.
IRNA diyar kir ku wergirtina destûra taybet ji bo derbasbûna keştîyên Îraqî yek ji daxwazên serekî yên Bexdayê bû li dema serdana Serokê Parlamenê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bo Îraqê.
Serokê Îraqê Nizar Amêdî jî Şemîyê got ku Îranê di çend rojên borî de derbasbûna keştîyên petrola Îraqê di Tengava Hormuzê re hêsan kiriye. Wî herwiha da zanîn ku Bexdayê danûstandin li ser mijara hinardekirina petrola Îraqê bi karbidestên Îranê re kiriye.
Serokê Îraqê di axaftina xwe ya di konferansa Diyaloga Bexdayê de got ku bandora herî xirab ji ber dorpêça dijî Îranê li Îraqê hatiye kirin û hîn li herêma Kendavê êrîş li ser keştîyan berdewam dikin.
Berî destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, Îraqê rojane nêzîkî çar milyon bermîlên petrol derdixist.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî roja Înê gotibû ku Bexda kar dike ku berhemanîna petrolê bi rêya bendera Cîhan a Tirkîyê berfireh bike, û herweha dest bi hinardekirina petrolê bi rêya bendera Banyas ya Sûrî û Eqebe ya Urdunê bike.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê 03.8420-08-2026
2Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
3Wezîrê Enerjîya Amerîka: Hinardekirina Petrolê bi Rêya Tengava Hormuzê bi Awayekî Berçav Zêde Bûye07.1722-08-2026
4Îraq Peymaneke Enerjîyê ya 'Stratejîk' bi Tirkîyê re Radigihîne04.4901-08-2026
5Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim05.4521-08-2026
6Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike08.6729-07-2026
7Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin05.0416-08-2026
8Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Hackerên Îranê Terxan Dike05.9820-08-2026
9UKMTO: 6 Çekdaran Keştîyeke Bazirganî ji Kendava Edenê Revandiye07.320-08-2026
10Худейр: Ирак и Иран договорятся о пропуске танкеров через Ормузский пролив05.7103-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.36. Источник: www.dengeamerika.com.