Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike

Дата публикации: 29-07-2026 15:19:30

Tirkiye ji vir şunda, bi rêya TPAO’yê, Enqere rasterast dibe hevparê hilberîna petrolê ya li Kerkukê.

Основное содержимое страницы с новостью.

Tirkîyê bi peymaneke ku bi Îraqê re îmze kir, ku di hilberîna petrolê li parêzgeha Kerkukê de roleke girîng bi dest xist, dema Enqere û Bexda dibejin ku dê hevkarîya aborî û enerjîyê berfireh bikin.

Ev yek doh Sêşemê di serdana fermî ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya li Enqerê de, ku bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya, hat ragihandin.

Kompanîya petrolê ya dewleta Tirkîyê, TPAO, bi peymana veguhestina pîşeyan ya bi BP re, ji sedî 15ê parên kompanîya enerjîyê ya BP ya Kerkukê (BPECKL) kirîye. Lê, ne hatîye ragihandin ku Enqerê jibo vê yekê çiqas pere daye.

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Alparslan Bayraktar dîyar kir ku TPAO wê bi kompanîyên şirîk yên din yên BPECKL (BP û ConocoPhillips) re di xebatên lêgerîn û hilberîna petrolê li zêvîyên parezgeha Kerkukê bixebite, ku potansîyela rezervê van zêvîyan wek nêzî 3 mîlyar bermîl tê texmînkirin.

“Ev gava dîrokî, di armanca me de ku em Kompanîya petrolê ya Tirkîyê (TPAO) ku rojane 1 mîlyon bermîlê hildiberîne, bikin lîstikvanek cîhanî, yek ji gavên herî girîng e. Emê bi biryardarî mezinbûna TPAO û zêdekirina bandora wê ya cîhanî bi rêya hevkarîyên ku me bi kompanîyên navneteweyî re ava dikin, bidomînin,” wî got.

Ev peyman jibo rola Tirkîyê ya di pîşesazîya enerjîyê ya Îraqê de wek bi awayekî girîng xurt û berfireh dike, li gor şîrovekaran.

Enqere heta niha bi xeta Kerkuk û Ceyhanê zêdetir wek rêya derbazbûnê yan veguhestinê ya petrola Îraqê dihat dîtin. Lê bi vê peymanê, Tirkîye li Kerkûkê rasterast dibe beşdarê hilberîna petrolê.

Kerkûk parêzgeheke pirneteweyî û ji alîyê siyasî ve şikestbar e jiber ku statuya wê di navbera hikûmeta federal ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, mijara nakokîye ye.

Erdogan hevparîya TPAO ya li petrola Kerkukê wek gaveke dîrokî bi nav kir.

Wî herwiha got ku Zeydî di çarçoveya peymaneke enerjîyê ya siberojê de pêşniyar kirîye ku pêkan e ku Îraq rojane heta yek milyon bermîl petrol bide Tirkîyê.

Lê Erdogan û Zeydî dirêjkirina peymana xeta Kerkuk û Ceyhanê îmze nekirin ku dema wê di 22’ê Tîrmehê de dawî bû.

Erdogan got ku niha armanca her du hikûmetan îmzakirina peymaneke berfirehtir ya hevkarîya enerjîyê yeç tevî ku ti hûrgûlî neda.

Di çarçoveya serdana Zeydî de, Tirkîye û Îraqê, 5 belgeyên hevtêgîhîştinê îmze kirin: ku wek di qadên perwerde, ciwan û werzîş, pîşesaziya pêşketî, binesaziya veguhastinê ya li Îraqê hemberî çavkaniyên xwezayî, veguhastina bi Rêya Hesinî û Rêya Bejahî ji ser Derîyê Sînor yê Fîşxabûr û Ovakoyê hatin ragihandin, li gor ragihandina seroktîya Tirkîyê.

Li gor daxuyanîyên Erdogan û Zeydî di preskonferansê de , her du yan herwiha mijarên stratejîk yên wek ewlehî, enerjî, hevkarîya berevanîyê û projeya rêya geşepêdanê, korîdoreke bazirganîyê ya plankirî ye ku beravên Kendava Îraqê bi bazarên Tirkîye, Ewrupa û cîhanê ve girêdide, nîqaş kirine.

Hejayê gotinê ye ku Ne Erdogan ne jî Zeydî, ser peymana nû ya petrola Kerkukê de, jibo Hikûmeta Herêma Kurdistanê roleke taybet ranegihandin.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
2Îraq Peymaneke Enerjîyê ya 'Stratejîk' bi Tirkîyê re Radigihîne04.4901-08-2026
3Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin04.3622-08-2026
4Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê07.8305-08-2026
5Keçeke Kurd di Taykwondo de Dibe Yekem ser Asta Sûrîyê05.6310-07-2026
6Wezîrê Enerjîya Amerîka: Hinardekirina Petrolê bi Rêya Tengava Hormuzê bi Awayekî Berçav Zêde Bûye07.1722-08-2026
7Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be06.6229-07-2026
8Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin05.0416-08-2026
9Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin09.412-08-2026
10Şêwekar Ferîd Hiso Hewl Dide bi Berhemên Karê Destan Folklora Kurdî Vejîne 03.9501-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 8.67. Источник: www.dengeamerika.com.