Erdogan dibêje ku “Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî”, piştî şêwirên baldar hatîye amade kirin.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, pêşkêşkirina pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya jibo parlemana Tirkîyê pîroz kir, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingehekê hiqûqî ava bike.
Erdogan dîyar kir ku “Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî”, piştî şêwirên baldar hatîye amadekirin û bi hevbîrbûnek berfireh ya siyasî ji parlemanê re hatîye pêşkêşkirin
“Pêşnîyar îro bi hevbîrbûneke berfireh, ku vîna gelê me ya çareserîyê nîşan dide, hat pêşkêşkirin,” Erdogan di daxuyanîya xwe ya li ser X’ê got.
“Ez hêvî dikim, ev gava ku armanc dike Tirkîyê ji gefa terorê bi awayekî mayînde rizgar bike û hawirdora aştîyê li welat û herêma berfirehtir xurt bike, wê encamên baş bi xwe re bîne,” wî got.
Erdogan spasîya serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, komên partîyên siyasî û parlemanteran kir, bi sedema ku beşdarê amadekirina pêşnivîsê û pêşvebirina pêvajoyê bûne.
Pêşnivîsa qanûna çarçoveyî ya bi 12 xalan îro Çarşemê bi îmzeya 360 parlamenteran hat pêşkeşkirinê parlementoya Tirkîyê.
Qanûna pêşnîyarkirî wê piştî ku dezgehên ewlehîyê destnîşan bikin ku PKK/KCK û saziyên girêdayî wê çalakîyên xwe bi dawî kirine û çekên xwe radest kirine, bikeve merîyetê. Piştre divê Civata Ewlekarîya Neteweyî vê yekê bi awayekî fermî piştrast bike.
Seroktîya parlemanê “Pêşnivîsa qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" şandîyê Lijneya Dadwerîyê ya parlemanê, ku çaverê ye, di 7’ê Tebaxê were nîqaşkirin.
| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be | 0 | 6.62 | 29-07-2026 |
| 2 | Tirkîye Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê Pêşkêşî Parlemanê Kir | 0 | 8.19 | 05-08-2026 |
| 3 | Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin | 0 | 7.83 | 03-08-2026 |
| 4 | Li Qamişlo Pêşangeha 'Arşîva Civaka Êzîdî' Hate Lidarxistin | 0 | 4.76 | 13-08-2026 |
| 5 | Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike | 0 | 6.22 | 30-07-2026 |
| 6 | Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike | 0 | 8.67 | 29-07-2026 |
| 7 | AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike | 0 | 7.12 | 04-08-2026 |
| 8 | Ocalan Qanûna Çarçoveyî Wek “Kilîta" Pêşvebirina Pêvajoya Aştîyê Pênase Dike | 0 | 6.12 | 03-08-2026 |
| 9 | Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin | 0 | 9.4 | 12-08-2026 |
| 10 | Du Girtîyên Kurd ji Qamişlo Piştî Heft Salan Hatin Azadkirin | 0 | 6.19 | 18-07-2026 |