Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Îraq Peymaneke Enerjîyê ya 'Stratejîk' bi Tirkîyê re Radigihîne

Дата публикации: 01-08-2026 16:06:12

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro Şemîyê ragihand ku hikûmeta wî “destkefteke stratejîk a girîng” bidest xist, piştî Îraq û Tirkîyê li ser şandina bi sed hezaran bermîlên petrolê bi rêya Tirkiyê gihîştin rêkeftinekê.
Tom Barrack, nûnerê taybet yê Amerîka li Îraqê û Balyozê Amerîka li Tirkîyê, pesna peymanê da.
Zeydî li ser platforma X'ê got ku “Di destkefteke stratejîk a girîng de ji bo misogerkirina berdewamîya şandina petrola me û xurtkirina hevkarîya aborî ya di navbera Îraq û Tirkîyê de, herdu alîyan îro peymanek li ser veguhestin petrola xav a Îraqê bo bendera Cîhan a Tirkîyê îmze kir.”
Li gor peymenê, hêla veguhestina petrolê dikare 750 hezar bermîlan di rojê de derbas bike.
Zeydî got ku kompanîyên Îraq û Tirkîyê dê dest bi karî li ser peymanê bikin, di heman demê dê çarçove ya peymanê berfirehtir bikin.
Li gor Serokwezîr Zeydî, peymana berfireh dê di warê “petrol, elektrîk, çavkanîyên avê û warên din de be ku berjewendîyên hevbeş xurt dikin û piştgirîya aramîyê dikin.”
Barrack jî li ser X'ê ragehand ku “Ev serkeftineke dîplomatîk a mezin e ji hêla herdu welatan ve.”

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
2Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin04.3622-08-2026
3Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike08.6729-07-2026
4Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike05.9322-08-2026
5Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike04.119-08-2026
6Wezîrê Enerjîya Amerîka: Hinardekirina Petrolê bi Rêya Tengava Hormuzê bi Awayekî Berçav Zêde Bûye07.1722-08-2026
7Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin05.0416-08-2026
8Amerîka, Welatê Azadîyên Ayînî di Salvegera 250'emîn Serxwebûnê de04.6221-08-2026
9سەیف ڕەعد: ئێران دانوستاندن ناکات و خۆی بۆ شەڕ ئامادە دەکات06.0813-03-2025
10پەیوەندییەکانی ئەردۆغان و ترامپ لە نێوەندی قەیرانەکانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاستدا06.2408-11-2024

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.49. Источник: www.dengeamerika.com.