Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

UKMTO: 6 Çekdaran Keştîyeke Bazirganî ji Kendava Edenê Revandiye

Дата публикации: 20-08-2026 11:54:31

Navenda Desthilata Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) roja Pêncşemê di malepra xwe ya fermî de ragihand ku Keştîyeke (Tankerek) li gorî hişyarîya hejmar (118-26), di avên deryayî de li rojhilatê bajarê Mokalla yê Yemenê, ketîye rewşeke metirsîdar û bûyerek ewlehîyê hatiye ragihandin.
UKMTO, dibêje dema tanker ber bi rojava ve di Kendava Edenê re derbas dibû, signal ji wan re hatîye ku keştî di rewşek metirsîyê de ye, keştîyeke biçûk bê destûr nêzkî wê bûye, 6 çekdar hatine ser keştîyê û ew kontrol kiriye.
UKMTO piştrast kiriye ku li gorî agahîyên heyî, kesên çekdar tanker revandine û ew ber bi Somalyayê ve birine.
Alîyên peywendîdar li ser bûyerê lêkolînê dikin. UKMTO ji hemû keştîyên ku li herêmê digerin re şîret dan ku bi baldarî û hişyarîyeke zêde geştên xwe pêk bînin û her çalakîyeke gumanbar zû ji UKMTO re ragihînin.
Heta amadekirina vê raportê ne nasnameya çekdaran ne jî ya keştîya revandî nehatine eşekerkirin.
Li avên derayayî li Rojhilata Navîn jiber zêdegavîyên Îranê û girjîya di navbera Amerîka û Îranê de, bi taybet li Tengava Hormuzê, tevgera keştîyên bazirganî kêm bûye û rewş metirsîdartir bûye.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê 03.8420-08-2026
2Nûtirîn Pêzanîn Derabrê Pêşhatên li Rojhilata Navîn07.206-08-2026
3Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin04.3622-08-2026
4Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
5Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir05.4517-08-2026
6UKMTO сообщил об атаке на танкер у побережья Йемена01005-08-2026
7В UKMTO сообщили об инциденте с танкером в Оманском заливе08.2625-07-2026
8UKMTO: рядом с танкером у берегов Йемена прогремел взрыв05.505-08-2026
9Британские ВМС сообщили об инциденте с танкером в Оманском заливе08.6725-07-2026

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 9. Тональность: 0. Информативность: 7.3. Источник: www.dengeamerika.com.