Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Piştî Salekê ji Erdheja Wêranker, Rewşa Cindirêsa Efrînê Çi Ye?

Дата публикации: 08-02-2024 08:05:00

Di 6ê Şibata sala par 2023an de, 2 erdhejên pir mezin li bakur rojavayê Sûrîyê û başûrê Tirkîyê çêbûn.
Navenda erdhejê devera Mereşê ya li Tirkîyê bû, lê herêma Efrînê û bi taybetî nahîya Cindirêsê pir zarar di vê erdhejê de dîtibû, çi mirovên ku di bin kavilan de man û bûne qurbanî yan avahîyên rûxiyabûn.
Felaketa erdhejê rewşa Efrînê kiribû rojev, ku ev herêma Kurdî ji sala 2018an de, di bin dagirkerîya Tirkîyê de ye, û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî binpêkirin û sûcên dijî mafên mirov lê encam didin.
Herwiha li gor çalakvanên Kurd erdhejê zehmetî û êşên şênîyên Kurd li Cindirêsê zêde kirine, ku wan pir kêm alîkarîyên mirovahî wergirtine, jiber ku cudakarî derheqê zarardîtî û mexdûrên Kurd yên erdhejê de hatiye kirin.
Jibo zanîna agahîyîn pirtir li ser vê mijarê.
Rewşa Efrîn û Cindirêsê piştî salekê ji erdheja wêranker bi taybetî zarardîtîyên Kurd.
Karê rêxistinên mirovahî û çiqas bi Kurdan re li wê derê bûne alîkar.
Metirsîyên guhertina demgorafîk û avakirina wargehan di bin navê alîkarîya qurbanîyên erdhejê de.
Di Mijara Rojê de ev babet bi du mêvanan tê gotûbêj kirin, ew jî:
Rojnamevan û edîtorê rojnameya Levant News, Şîyar Xelîl.
Çalakvan û rojnamevan Roj Mûsa.
Jibo guhdarîkirina tevahîya bernameyê fayla deng vekin.
 
 

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be06.6229-07-2026
2Du Girtîyên Kurd ji Qamişlo Piştî Heft Salan Hatin Azadkirin06.1918-07-2026
3Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Amadekarîyên Hilbijartinên Şaredarîyan Didomin08.2130-04-2024
4Li Amedê Siyasetvan Êrîşên Îranê ser Kurdên Rojhilat Şermezar Dikin04.1921-07-2026
5Emîne Şenyaşar jibo Çalakîya Xwe Banga Piştgirîyê Dike 04.6606-05-2024
6Keçeke Kurd di Taykwondo de Dibe Yekem ser Asta Sûrîyê05.6310-07-2026
7چاودێرانی سیاسی: تورکیا ترسی لە ڕوودانی گۆڕانکاری هەیە و دەیەوێت دۆخەکە لەگەڵ کورد ئاسایی بکاتەوە07.1317-10-2024
8Gotûbêjên Ser Zêdebûna Rêjeya Ereban li Herêma Kurdistanê 06.8907-08-2026
9Vekirina Navendeke Siwarbûna Hespan li Qamişlo 07.4209-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 9. Тональность: 0. Информативность: 5.9. Источник: www.dengeamerika.com.