Emîne Şenyaşar jibo çalakîya xwe ya li pêş Wezareta Dadê ya Tirkîyê banga piştgirîyê kir.
Şenyaşar got ku ewê 24’ê Gulanê li pêş Wezareta Dadê daxuyanîyê bidin û dîyar kir ku kesên dadmendîyê dixwazin divê beşdarîyê li çalakîya wan bikin.
‘’Ez jibo herkesî edaletê dixwazim. 20 rojên din, çito ku hûn li Wanê kom bûn, kom bibin û werin pêş Wezareta Dadê.’’
Wê dîyar kir ku ew jibo dadmendîyê 6 sal in çalakîya rûniştinê dike, li ber xwe dide, lê ew li şûna edaletê, zilmê dibîne.
Kurê Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar, ku parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) yê Ruha ye, got ku tevî ku ew sal in 6 jibo dadmendîyê çalakîyan dikin jî wan heta niha darizandineke adil nedîtiye.
Ferît Şenyaşar dîyar kir ku ew jibo dadmendîyê 846 rojan li pêş Edlîyeya Ruha bûne û bi dehan caran ser wan lêpisîn çêbûne.
Şenyaşar got ku dageh li şûna ku sûcdaran bidarizîne, dayika wî jimareke caran mehkeme kiriye.
Dema hilbijartinên giştî yên 2018'an li bajarokê Sirûcê ya Ruha li dikana Şenyaşaran, parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî û Esved Şenyaşar û kurên wî ketin şeredevê û rewş di demeke kurt de veguherî pevçûneke çekdarî.
Di pevçûnê de birayê parlamenterê AKP’ê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz hate kuştin, Cemal Şenyaşar, Adil Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî tevî çend xizmên din yên parlamanter birîndar bûn.
Mala Şenyaşaran dîyar dike ku xizmên Yildiz, li nexweşxaneyê êrîş birine ser wan û Cemal Şenyaşar, Adil Şenyaşar û bavê wan Esved Şenyaşar li wir li pêş çavên Emîne Şenyaşar kuştine.
Jêder: Ajansa Mezopotamya

| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | DEM Partî Dixwaze Tirkîyê Komkujîya Enfalê Nas Bike | 0 | 5.04 | 25-04-2024 |
| 2 | Sîyasetvan Î. Xelîl Baran Parastina Demîrtaş ya di Doza Kobanê de Dinirxîne | 0 | 6.62 | 03-01-2024 |
| 3 | Fîkret Yildiz Dîroka Gundên Kurdan li Enqerê Belge Dike | 0 | 4.23 | 13-05-2024 |
| 4 | Nerîna Malbatên Girtîyan Derbarê Qanûna Çarçoveyî | 0 | 7.13 | 07-08-2026 |
| 5 | DEM Parti’ye Roj Girasun dersi | -5 | 3 | 03-02-2026 |
| 6 | Лидер турецкой оппозиции Озель покинул партию СНР и основал новую | 0 | 11.65 | 24-07-2026 |
| 7 | Депутат партии Эрдогана Мустафа Шентоп переизбран на должность председателя парламента | 0 | 0 | 07-07-2020 |
| 8 | Suriye'de Esad sonrası yeni parlamento tamamlandı! Şara son üyeleri atadı | 0 | 5 | 01-07-2026 |
| 9 | Vekirina Navendeke Siwarbûna Hespan li Qamişlo | 0 | 7.42 | 09-08-2026 |
| 10 | Ermenistan’da muhalefet liderine tutuklama | 0 | 7 | 08-07-2026 |